Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozîsyona Sûrîyê Serokwezîrê Xwe Hilbijart


Kandîdê Serokwezîrtîya Opozîsyona Sûrîyê Xessan Hîto ji 62 dengan bi wergirtina 35 dengan bû serokwezîrê hikûmeta demkî ya opozîsyonê.

Li civîna Koalîsyona Hêzên Opozîsyona Sûrîyê ku roja Duşemê li Stenbolê heta derengîya şevê berdewam kir, di hilbijartinên jibo posta serokwezîrtîyê de, wekî dihat hêvî kirin serokwezîrê opozîsyonê hate hilbijartin.

Dema civîn berdewam bû kandîdên serokwezîrtîyê ji 7 kesan daketin 3 kesan. Di hilbijartina serokwezîrtîyê de 62 endamên koalîsyonê dengên xwe dan ku dema encam li ber medyaya cîhanî hate eşkere kirin, Xessan Hîto 35 deng, Esad Mistefa 7, Welîd Ez-Zû’bî 2 deng standin. 18 deng jî vala hatin avêtin.

Serokwezîrê Hikûmeta Demkî ya Sûrîyê Xessan Hîto, piştî ku hate hilbijartin ligel endamên opozîsyonê sirûda netewî ya Sûrîyê xwend.

Wî, axaftineke kurt kir ku tê de da xuya kirin, ew serê xwe li ber şoreşgerên li dijî rêjîmê rabûne û canê xwe dane ditewîne.

Serokwezîr Hîto got, jibo pêşkeşkirina xebat û bernameya hikûmetê ezê sibe gotarekê pêşkeş bikim ku tê de planên xwe ji bîragiştî re ragihînim.

Xessan Hîto, ji destpêka şoreşa Sûrîyê ve bi xebatên alîkarîya însanî ya jibo gelê Sûrîyê tê nas kirin ku wî bi têkilîyên xwe yên xurt yên navnetewî, bi taybetî jî li Amerîka gelek kempeynên alîkarîyê ji gelê Sûrîyê re dane destpê kirin.

Serokwezîr Xessan Hîto, bi eslê xwe Kurdekî ji Şamê ye û piştî Abdulbasit Seyda wekî esil Kurd kesê duyemîne ku jibo rêvebirîya bilind ya opozîsyonê tê hilbijartin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG