Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Beşîkçî: Ya Herî Girîng Dayîna Maf û Hiqûqê Kurdan e


Sosyolog Dr. Îsmaîl Beşîkçî di paneleke ku li Stenbolê pêk hat de, li ser pêvajoya çareserîyê û banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan peyivî. Ew dibêje, hevdîtinên berdewam û daxuyanîyên 21’ê Adarê li Newrozê hatine dayîn girîng in, lê ya herî girîng jî dayîna heq û hiqûqê Kurdan e.

Panela bi sernavê ‘Ji do heta îro nêrînên cuda di pirsa Kurd de’ roja Şemîyê li Stenbolê Mala Çandê ya Înşa (INŞA Kultur Evi) birêve çû.

Di panelê de, li ser pêvajoya çareserîyê û banga Ocalan ya Newrozê nirxandin pêk hatin ku nêrînên cuda jî derketin holê.

Civaknas Îsmaîl Beşîkçî, di axaftina xwe de girîngîya pêvajoya ku destpê kiriye bibîr dixe ku dide xuya kirin divê di encama wê de heq û hiqûqê Kurdan bicih were. Birêz Beşîkçî herwiha rexneyên xwe jî tîne ziman û dibêje, li Rojhilata Navîn herkes çekdare, lê ji Kurdan tê xwestin çekên xwe deynin.

Profesor Gencay Gursoy jî di panelê de piştevanîya xwe jibo banga Ocalan û pêvajoya aştîyê dîyar kir ku wî jî xwest hemû derdorên çepgir, misilman û mûxalîfên li Tirkîyê di vê pêvajoya nû de, ligel tevgera Kurd cî bistînin.

Nivîskarê Îlahîyatnas Îhsan Elîaçik, li panelê xwendina nameya Ocalan li ber girseya mezin ya ahenga Newrozê wekî xwenîşandana Kurdan ya herî mezin li dîrokê nirxand.
Yek ji panelîstan Serokê Desteya Rêvebirîya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Îbrahîm Gurbuz jî xem û fikarên xwe yên li ser birêveçûna pêvajoya çareserîyê bibîr dixe. Ew jî hêvî dike pêvajoya aştîyê û muzakereyan bi awayekî vekirî û samîmî berdewam bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG