STENBOL —
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî roja Duşemê bi mebesta bi Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan re bicive û hin danûstandinan bi karbidestên hikûmeta Tirkîyê re bike gihîşt Tirkîyê.
Karbidestên hikûmeta Tirkîyê radigihînin, hatina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di pêvajoyeke gelekî girîng de pêk tê ku behsa vekişîna serhildayên Kurd tê kirin.
Çav li rê ye babeta sereke ya hevdîtinan nexşerêya vekişîna serhildayên PKK’ê û hevkarîya bi karbidestên hikûmeta Herêma Kurdistanê re be.
Hêjayî gotinê ye hevdîtina her du serokwezîran piştî civîna desteya wezîran ya hikûmeta Tirkîyê ku îro Duşemê li ser babeta pêvajoya çareserîyê û banga Ocalan dicive pêk tê.