Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeya Herêma Kurdistanê bi Erdogan re Kom Bû


Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî, di serdana xwe ya Tirkîyê de ku roja Duşemê destpê kir, bi Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re kom bû.

Hevdîtina şandeya pile bilind ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi seroktîya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ligel heyeta Serokwezîr Erdogan kom bû ku qasî du demjimêran dom kir.

Piştî civîna ku ji medyayê re girtî pêk hat li ser naveroka hevdîtinan ti daxuyanîyek nehate dayîn.

Berîya ku serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destpê bike hatibû ragihandin, wê di serî de, li ser vekişîna serhildayên PKK’ê ya derveyî sînor û çend babetên din yên têkildarî danûstandinên herdu alîyan gotûbêj pêk werin.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu jî li civîna Serokwezîr Erdogan û Serokwezîr Barzanî amade bû.

Di nav şandeya bilind ya Serokwezîr Barzanî de, Qûbad Talabanî jî cî digire ku Serokwezîr Erdogan dema pêşwazîkirina şandeya Herêma Kurdistanê pirsa saxlemîya bavê wî Serokomarê Îraqê Birêz Celal Talabanî kir.

Her ku piştî civîna serokwezîran daxuyanî nehate dayîn jî, dema serdana şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê destpê dikir, berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî, li ser pêvajoya çareserîyê ji rojnamevanan re peyivî.

Birêz Dîzeyî destnîşan dike, ew wekî hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevanîya vê pêvajoyê û Serokwezîr Erdogan dikin ku bi salan e wan jî daxwaz dikir ev pirs bi rêya dîyalogê û rêbazên aştîyane çareser bibe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG