STENBOL —
Şandeya 5’an ya Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) ku ji parlamantarên BDP’ê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat, roja Yekşemê serdana rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan li girava Îmralîyê kir.
Rêberê PKK’ê di vê serdanê de da xuya kirin, ‘Di qonaxa niha de hêvîya wî ji pêvajoya çareserîyê pirtir bûye.’
Piştî serdanê hate ragihandin, şandeyê nameya rêvebirîya PKK’ê ya Qendîlê radestî Ocalan kiriye ku çav li rê ye di nav çend rojan de, rêberê PKK’ê jî bersiva wê nameyê ku bi taybet li ser çawanîya vekişîna serhildayan e ji Qendîl û bîragiştî re ragihîne.
Parlamantarên BDP’ê piştî vegera ji Herêma Kurdistana Îraqê ku hefteya borî nameya Birêz Ocalan gihandibûn rêvebirên PKK’ê yên li Qendîlê bo cara 5’an serdana Îmralîyê dikin.
Cîgira Koma BDP’ê li parlamanê Pervîn Buldan da zanîn, jiber ku Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demirtaş jibo bernameyekê li Ewropayê bû nekarîye ligel wan beşdarî vê serdanê bibe.
Li gor daxuyanîya rêberê PKK’ê ya ku bi rêya Parlamantarê BDP’ê Sirri Sureyya Onder hate ragihandin Ocalan got, ‘Pêvajoya berdewam ya aştî û çareserîya demokratîk tevî hesasîyetan dom dike. Hem jibo mayîndebûna pêvajoya rawestîna şer hem jî jibo pêkanîna pêvajoya vekişînê xebateke hurbînî dimeşînim.’
Birêz Ocalan herwiha bibîr xist, ‘Di qonaxa ku em gihîştinê de hêvîya min ya ji pêvajoyê pirtir bûye. Di vê çarçoveyê de emê xebata xwe di nav çend rojan de dawî bikin û êzê bi tevahîya gelê Tirkîyê re parve bikim.’