Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji Doza KCK’ê ya li Stenbolê Biryara Tehlîyekirinê Derket


Parlamantara berê ya Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Fatma Kurtulan û Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Demokratîk (DEHAP) Tuncer Bakirhan jî di nav de, 22 kes ji doza KCK’ê hatin tehlîye kirin.

Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak, parlamantarên BDP’ê Pervîn Buldan, Sebahat Tuncel, Emîne Ayna, Mulkiye Birtane, Seroka rêxistina BDP ya Stenbolê Asîye Kolçak û gelek rêvebirên din yên BDP’ê li rûniştina dadgehê amade bûn.
Girtîyên doza KCK’ê yên bi navê ‘Komîteya Rêbertîyê’ bêyî ku derkevin pêş dadgehê bêhtirî salek û nîv e bi hinceta ku doznameya wan nehatibû amade kirin li girtîgehê dihatin girtin.

Di rûniştina yekê ya 22 kesên ku bi navê ‘Komîteya Rêbertîyê’ dihatin dadgeh kirin de, dozgerê Komarî yê Stenbolê Murat Înam bi mebesta ku cihê sûcdarîyê Enqere ye xwest dadgeh jî li Enqerê be û daxwaza tehlîyekirina hemû girtîyan kir.

Piştî vê daxwaza dozger û parastinên ebûqatan biryara dadgehê hate ragihandin ku hemû kesên dihatin dadgeh kirin hatin tehlîye kirin.

Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak, dema rûniştina dadgehê berdewam bû da xuya kirin, jiber ku pêvajoya aştîyê li Tirkîyê destpê kiriye ti mane û hikmê dozên bi navê KCK’ê nema ye.

Seroka Rêxistina Bajarê Stenbolê ya BDP’ê Asîye Kolçak jî piştî biryara tehlîye kirinê ji Dengê Amerîka re dîyar kir, bandora pêvajoya ku destpê kiriye li ser biryara dadgehê heye ku biryara girtina wan çiqas sîyasî be ya tehlîyekirina wan jî sîyasî ye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG