Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Dîmenên Banyasê Qasî Kerbelayê Xerab in


Recep Tayyip Erdogan
Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan, li ser komkûjîya Banyasê ku hefteya borî ji alîyê hêzên rejîma Sûrîyê ve pêk hatibû peyivî. Wî got, divê derhal Komîsyona Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî ‘NY’ bicive.

Serokwezîr Erdogan di gotara xwe de ku roja Sêşemê li parlamanê pêşkeş kir, got ‘dîmenên Banyasê qasî Kerbelayê xerab in. Yên ku ev komkujî kirine jî qasî Yezîd rezîl in. Înşellah wê komkujîya Banyasê dawîya Esed bîne.’

Birêz Erdogan da zanîn, dewletên piştgirîya rêvebirîya ne meşrû ya Sûrîyê dikin û bi taybet jî NY nikarin ji bin vî gunehî rabin.

Serokwezîrê Tirk, rexne li êrîşa Îsraîlê ya ser paytaxta Sûrîyê jî kir û got, rejima Esed dixwaze êrîşa Îsraîlê bike mahne û vê komkujîyê bide jibîr kirin.

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG