Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Êrîşa Reyhanli Karê Rejima Esed e


Recep Tayyip Erdogan
Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, roja Duşemê li ser êrîşa li navçeya Reyhanli ya bajarê Hatayê ku 46 kesan jiyana xwe ji dest da peyivî.

Serokwezîr Erdogan dîyar dike, ew jê piştrast in ku ev êrîş karê rejima Sûrîyê ye.

Serokwezîrê Tirk dide xuya kirin, tê xwestin opozîsyona Sûrîyê bi vê êrîşê were tawanbar kirin, lê ti têkiliya opozîsyonê bi vê êrîşê re nîne ku bi destê şaxên rejima Sûrîyê yên li Tirkîyê pêk hatiye.

Birêz Erdogan dibêje, ‘emê neyên lîstikê, lê çi gav hewce bike jî emê bêyî fikaran bavêjin. Bila vê jî her kes bizanibe.’

Serokwezîr Erdogan herwiha dide xuya kirin, ew ê li serdana xwe ya Amerîkayê li ser rûdana Reyhanliyê hin daxwazan ji hikûmeta Amerîkî bike ku piştî vegerê jî diçe serdana bajarê Hatay û navçeya Reyhanliyê.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Huseyîn Çelîk jî îro Duşemê li ser 9 tometbarên cotepeqînên Reyhanliyê ku hatine desteser kirin dide zanîn, wan kesan sûcên xwe îtiraf kirine.

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:03:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG