Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamenter Kurkçu: Heta Rûyê Erdê Bibe Rûyê Evînê, Têkoşîn Berdewam Dibe


Parlamenterê BDP’ê yê bajarê Mersînê Ertugrul Kurkçu
Federasyona Komelên Xwendekarên Demokratîk (DODEF) li Stenbolê ahengeke bi navê ‘Hevkarîya bi Rojava re û Zimanê Dayikê’ li dar xist ku tê de bernameyeke dewlemend ya muzîkê hate pêşkeş kirin.

Di konsera ku bi beşdarîya gelek komên muzîkê û hunermendan roja Şemîyê pêk hat de, hevseroka Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Gulten Kişanak û Parlamantarê BDP’ê yê bajarê Mersînê Ertugrul Kurkçu jî beşdarî kirin.

Ahenga xwendekarên Kurd yên zanîngehên Stenbolê, bi dirûşma ‘Zimanê Azad, Jiyana Azad’ hate lidarxistin û hatina ji bilêtên konserê jî jibo alîkarîya mirovî ya Kurdên Sûrîyê hate şandin.

Nûnerê DODEF’ê Îdrîs Okur ji Dengê Amerîka re dibêje, mebesta wan bi vê konsertê alîkarîya Kurdên Sûrîyê ye ku li alîyê din jî ew dixwazin balê bikişînin ser perwerdeya bi zimanê dayikê.

Hevseroka BDP’ê Gulten Kişanak jî pîrozî li ciwanên ku ev ahenga watedar li dar xistine kir. Birêz Kişanak, girîngîya rola ciwanan di pêvajoya çareserîyê de anî ziman û destnîşan kir, di van demên ku meşa aştîyê ya vekişînê destpê kiriye de, gerîlayên pêvajoya aştî û rizgarîya demokratîk jî hûn ciwan bixwe ne.

Parlamenterê BDP’ê yê bajarê Mersînê Ertugrul Kurkçu jî di axaftina xwe de, bal kişand ser pêvajoya çareserîyê ku ji ciwanan daxwaza bilindkirina têkoşîna demokratîk kir. Wî got, ‘Heta rûyê erdê bibe rûyê evînê wê têkoşîn jî berdewam be.’

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:04:02 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG