Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Pîrbal Derbarê Maçkirina Pêlava Beşîkçî Dipeyîve


Dr. Ferhad Pîrbal
Dr. Ferhad Pîrbal
Nivîskar û Rewşenbîrê Kurd Dr. Ferhad Pîrbal, li ser derxistin û maçkirina pêlava Dr. Îsmaîl Beşîkçî li Hewlêrê dibêje, "min xwest xemxûrê doza Kurd Beşîkçî bi vê helwesta min ji alîyê sedî pêncîyê mayî yê Kurdan ve jî were nas kirin."

Dr. Pîrbal, li Stenbolê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî (IBV) ji Dengê Amerîka re li ser kesitî û girîngîya xebatên Îsmaîl Beşîkçî ku wî wekî peyama entellektuelî ya nivîskarîyê dinirxîne peyivî.

Ew dibêje, "li gor min Beşîkçî yek ji nivîskarê herî mezin yê dinyayê ye ku li ser pirseke pir xeter anku pirsa Kurd bi wêrekî xebat kirine."

Nivîkarê Kurd, çendek berê dema Dr. Beşîkçî serdana Herêma Kurdistanê dikir, li konferanseke Zankoya Selahadîn pêlava wî ji lingê wî derxistibû ku pir nîqaş li ser hatibûn kirin.

Dr. Pîrbal dide zanîn, wî bi vê helwesta xwe du karên girîng pêk anîne, yek ji wan şerefa demokrasîya Tirkîyê bi rêya Îsmaîl Beşîkçî pak kiriye ku jibo miletê wî jî bizane hemû Tirk ne li dijî Kurdan e.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG