Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welîd Şêxo: Nûnertîya ENKS’ê li Opozîsyonê Dikare Derbazî DBK’ê Bibe


Welîd Şêxo
Welîd Şêxo
Li civînên opozîsyona Sûrîyê yên Stenbolê li ser navê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) 3 kes wekî çavdêr beşdar bûn ku ew jî nûnerên her du partîyên Azadî û Yekîtîya Kurdistan in.

Nûnerê Partîya Azadî ya Mistefa Cûma, Welîd Şêxo dibêje, jiber ku partîyên Kurd li ser erdê xalên peymana Hewlêrê bicih nayînîn li nav opozîsyonê jî nikarin hêza xwe bi cî bikin.

Welîd Şêxo ji Dengê Amerîka re dîyar dike, biryarên peymana diduyan ya Hewlêrê jiber derengmayînê ne giheştîne ber destê opozîsyona Sûrîyê ku Kurd jî karibin bi navê Desteya Bilind a Kurdî (DBK) nûnerên xwe bişînin.

Ew dide zanîn, jiber ku ENKS jî beşek ji DBK’ê ye opozîsyon dikare biryarê bide ku ew kursîyên ENKS’ê bibin yên DBK’ê.

Birêz Şêxo dide xuya kirin, eger partîyên Kurd li ser lihev bikin ew dikarin endamtîya pêkhatên ENKS’ê bi navê DBK’ê li nav opozîsyonê berdewam bikin ku ev pirs jî zûtir çareser dibe.

Ew herwiha bibîr dixe, jiber ku beşên mezin yên Kurdan heta niha bêhtir li ser mafên Kurdan li paşeroja Sûrîyê xebat kirine, li ser karên teknîkî pêşve neçûne. Ev jî bûye sedem ku Kurd ji civatên opozîsyonê dûr bimînin.

Nûnerê Partîya Azadî dibêje, sedema mezin ya nelihevîyên partîyên Kurd û beşdarnebûna DBK’ê li nav opozîsyonê li herêma Kurdan bicih nekirina Peymana Hewlêrê nîşan dide.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG