Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavkarên Taksîmê Lêborîna Hikûmetê Qebûl Nakin


Protestoyên Gezî Parki (Parka Geryanê) ya li Taksîma Stenbolê ku li seranser Tirkîyê belav bûne di roja xwe ya 9’an de jî berdewam kirin.

Bizavkarê Gezi Parki’yê Îlker Savaşturk ku ji roja pêşî ve li Qada Taksîmê ye ji Dengê Amerîka re daxwazên bizavkaran û rewşa dawî li meydanê dinirxîne.

Ew dibêje, "piştî ku polîsan midaxeleyeke tund li mirovên vê derê kir, wan jî bersîvên tund dan wan. Lê, ez dikarim bêjim ku partî û rêxistinên sîvîl yên niha li vê qadê ne ne tê de hemû aktîvîstên parka gezîyê çalakîyeke pasîfîst dikin."

Bizavkar Savaşturk xuya dike, "lêborîn nayê qebûl kirin, em tenê mafên mirovan dixwazin ku 80-90 sal in ku em ji wan bêpar in."

Aktîvîstê Taksîmê li ser rewşa dawî jî bibîr dixe, "xuya ye herkesî peyama ku me xwest bidin standiye. Hem partîyên sîyasî yên li vir, hem jî yên ne li vir zanin ku piştî van daxwazan wê çi bikin."

Dema ciwan li Taksîmê çalakîya xwe berdewam dikin, ji gelek hêlên din ve pêkhatîyên civakê jî piştevanîyê didin wan.

Bi hezaran karker û karmend bi navê sendîkayên xwe jibo başkirina şertên xebatê û piştgirîya bizavkaran meşîyan Taksîmê.

Endamê Sendîkaya Kedkarên Saxlemîyê (SES) Mehmet Alî Alataş ji Dengê Amerîka re dibêje, her ku sendîkaya wan biryara rawestandina kar berî niha standibû jî, bi mebesta piştgirîyê rojek dane pêş.

Ew bibîr dixe, ev du roj in polîs li derdora Taksîmê xuya nakin ku ti bûyer jî naqewimin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:54 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG