Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Protestoyên Gezî Parkê bi Rêbazên Aştîyane û Rengîn Didomin


Mirovên rawestî li Qada Taksîmê xwepêşandana xwe didomînin
Çalakîyên Gezi Parkê (Parka Geryanê) ku ev nêzî mehekê ye berdewam dikin, hîn jî di rojeva Tirkîyê cihekî girîng digirin.

Di van rojên dawî de, protesto bi rêbazên aştîyane û rengîn li Stenbol û hin bajarên din didomin.

Li Meydana Taksîmê çend roj berê çalakîya mirovên rawestî destpê kir ku her roj gelek kes wekî rêbazeke protestoyê, bi awayekî bêdeng li şûna xwe radiwestin.

Edîtorê rojnameya Ozgur Gundemê Sedat Yilmaz, li ser protestoyên Gezi Parkê û girtina kesên beşdarîya van protestoyan dikin ji Dengê Amerîka re şîrove kir.

Yilmaz dibêje, operasyonên girtina bizavkarên Gezi Parkê dişibe operasyonên ku bi navê KCK’ê hatibûn destpê kirin.

Rojnamevan Yilmaz bibîr dixe, ev protesto bûne sedema hişyarîyekê di nav gelên Tirkîyê de. Wî got, dema tundûtujîya dewletê li ser Kurdan berdewam bû, ev kesên niha protestoyan dikin, wekî temaşevan bûn.

Dayika Kurd Yildiz Demir jî beşdarîya xwe ya protestoyên Gezi Parkê ji Dengê Amerîka re, wekî daxwazên çareserkirina pirsa Kurd û bilindkirina daxwazên aştîyê dinirxîne.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:26 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG