Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tuncel: Bûyera Lice’yê Provokasyon e li Dijî Pêvajoya Çareserîyê


Li Stenbolê kuştina xortê Kurd Medenî Yildirim ku li protestoya dijî çêkirina qereqolekê li bajaroka Lice ya Diyarbekirê, bi guleya leşkeran hatibû kuştin bi xwepêşandaneke girseyî hate şermezar kirin.

Di xwepêşandana protestoyî ku êvara roja Şemîyê bi pêşengîya pêkhatên Kongra Demokratîk ya Gelan (HDK) hate lidarxistin de, bi hezaran Kurd û neteweyên din ji ser kolana Îstiklalê ber Qada Taksîmê meşîyan.

Aktîvîstên Gezî Parkê jî di xwepêşandanên li Stenbolê de cî girtin ku wan jî rûdana Lice ya roja Înîyê ku bi kuştina kesekî û brîndarbûna bêtirî deh kesan encam dabû şermezar kir.

Parlamantarên Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) yên Stenbolê Sirri Sureyya Onder, Sebahat Tuncel û Levent Tuzel ku di nav HDK’ê de jî cî digirin li xwepêşandana Taksîmê amade bûn.

Parlamanteran xwest êrîşa bi guleyê rastîn ya leşkeran bi ser xwepêşanderên Lice’yê de, veşarî nemîne û kirdar di zûtirin demê de werin ceza kirin.

Parlamantera BDP’ê Sebahat Tuncel, li dema xwepêşandanê ji Dengê Amerîka re dîyar kir, kuştinkarîya Lice’yê di heman demê de hewildana provokasyonekê ye li dijî pêvajoya çareserîyê.

Xanima Tuncel got, jibo ku pêvajoya çareserîyê nexitime lazim e hikûmeta AKP’ê berpirsên kuştinkarîya Lice’yê derxe holê û berpirsîyarîya xwe bizanibe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:31 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG