Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karadag: Li Tirkîyê Guvaştineke Zêde li Ser Medyayê Heye


Li Stenbolê rojnamevanên ku dema mudaxaleya protestoyên Gezî Parkê rastî astengî û şideta polîsan hatibûn, bi daxuyanîyeke girseyî ev helwest protesto kirin.

Di xwepêşandana rojnamevanan de, li ser navê Foruma Rojnamevanan û Sendîkaya Rojnamevanên Tirkîyê (TGS) Gulşah Karadag peyivî.

Xanima Karadag got, "li Tirkîyê guvaştineke zêde li ser rojnamevanan û ragihandinê heye ku li maweya 53 rojên protestoyên Gezî Parkê gihîştiye radeya herî bilind."

Rojnamevanan li vê protestoyê dîyar kirin, ew jibo ku bêdeng nemînin civîyane û daxwaz dikin dawî li girtin, asteng kirin, tundûtujî û sansura li ser wan tê ferz kirin were.

Piştî daxuyanîyê rojnamevanan ligel kamerayên xwe demekê bi dirûşmên mîna, "AKP destê xwe ji ser medyayê rake, Ji rojnamevanên zindankirî re azadî, em li ber astengan bejna xwe natewînin" çalakîya rûniştinê pêk anîn.

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:03:26 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG