Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îhsan Elîaçik: Bi Qetla Kurdan Dixwazin Şerê Navxweyî Geş Bikin


Kuştin û îşkencekirina Kurdên sivîl li Sûrîyê ku ji alîyê grubên îslamî yên radîkal ve tê kirin, li Stenbolê bi xwepêşandaneke girseyî hate protesto kirin.

Li protestoya êvara Înîyê bi hezaran xwpêşander jibo qurbanîyên bêguneh ku rastî êrîşên terorîstî hatine û jiyana xwe ji dest dane nimêja xiyabî ya cenazeyê eda kirin.

Nimêja bedêlî ya cenaze ji alîyê nivîskarê Îslamî yê Tirk Îhsan Elîaçik ku li nav Îslamîyên Şoreşger cî digire ve hate eda kirin.
Nivîskar Elîaçik, ji Dengê Amerîka re li ser vê çalakîya protestoyê got, "ev cara pêşîye li Taksîmê nimêja xiyabî ya cenaze tê eda kirin ku mebest bîranîn û empatîya bi rûhê wan kesên mezlûmên bi zilmê hatine kuştin e."

Wî da xuya kirin, "qetilkirina Kurdan li Rojava gaveke wisa ye ku tê xwestin şerê navxweyî bê geş kirin. Kurd û Ereban jî bihevdu bidin şerkirin."

Hevserokê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) yê bajarê Stenbolê Emrûllah Bîngul jî dema protesto berdewam bû ji Dengê Amerîka re dîyar kir, "Rojava tevahîya Kurdistanê ye, em ê rênedin vê polîtîkaya qirêj û hewlên qirqirinê."

Birêz Bîngul da zanîn, ew ê nehêlin ‘Şoreşa Rojava’ were têk birin.

Di daxuyanîya Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) de jî piştgirîyeke xurt jibo welatîyên Kurd yên Sûrîyê hate nîşandan ku hate xwestin, kuştina sivîlan dawî were û hêzên tarî destê xwe ji ‘Şoreşa Rojava’ bikişînin.

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:05:06 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG