Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Atalay: Paketa Demokratîkbûnê Pir Berfireh e


Di demeke de ku behsa xetimandina pêvajoya çareserîyê tê kirin, xebatên li ser pakêta demokratîkbûnê bi baldarî têne şopandin.

Xebatên hikûmeta Tirkîyê yên li ser naveroka pakêtê li civîna îro Çarşemê ya bi seroktîya Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan kom bû, bi encam nebûn.

Berdevkê Hikûmeta Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Huseyîn Çelîk da xuya kirin, nirxandina pêvajoya çareserîyê wê roja Înîyê, bi kombûneke din berdewam bike.

Çelîk got, piştî babetên lihevkirî dîyar bibin wê Serokwezîr Erdogan, naveroka pakêtê ji bîragiştî re ragihîne.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Beşîr Atalay jî piştî civînê wiha axifî: “Ev pakêteke bi naveroka xwe pir berfireh e, gelek babet hene ku niha behsa wan nakim."ç

Atalay dîyar kir ku xebatên wan wê berdewam bikin û ew dixwazin arîşeyên xwe bi hewlên demokratîk çareser bikin.
XS
SM
MD
LG