Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gul: Hêza Grubên Terorîstî li Sûrîyê Zêde Dibe


Serokomarê Tirkîyê Abdullah ku ligel şandeya xwe jibo beşdarî Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê bibe serdana Amerîka dike, li ser krîza Sûrîyê peyîvî.

Serokomarê Tirk îro Înîyê dema ber bi Amerîka bi rê ket, wihan axîfî: "Tirkîye şer naxwaze, lê dixwaze kuştinkarîya li Sûrîyê dawî were. Jibo vê jî, divê hêzên navnetewî biryarên hêzdar bistînin."

Birêz Gul, li ser pirsa grubên radîkal yên li Sûrîyê dîyar kir, “Çiqas dem bi ser de diçe, hêza grubên radîkal û çalakîyên terorîstî zêdetir dibin. Tirkîye li ser van babetan bi baldarî tevdigere û tedbîran distîne.”

Serokomarê Tirk, li ser paketa demokratîkbûnê ku hêvî û bendewarîyên civakê li ser hene jî got, “Xebatên reforman yên ku têne kirin bi armanca bihêzkirina yekîtîya me ya milî û yekbûna me ne.”
XS
SM
MD
LG