Lînkên eksesibilîtî

Opozîsyona Sûrîyê Nîqaşên Dijwar Ser Beşdarîya ENKS’ê Kir


Di civînên Stenbolê yên Hevalbendîya Opozîsyona Sûrîyê de, sê biryarên girîng hatin standin ku gotûbêjên herî zêde jî li ser beşdarbûna ENKS’ê ya nav opozîsyonê pêk hatin.

Civînên opozîsyona Sûrîyê ku roja Şemîyê li Stenbolê, bi beşdarîya hemû pêkhatên dihewîne nav xwe birêve çûn, sê rojan dom kir.

Di wan civînan de ser beşdarîya civîna Cenevre 2, destnîşankirina desteya wezîran ya hikûmeta demkî, azadkirina girtîyên sîyasî, rêvekirina ji alîkarîyên mirovî re û beşdarbûna 11 endamên Encûmena Niştîmanîya Kurdên Sûrîyê (ENKS) ya nav opozîsyonê hatin gotûbêj kirin.

Nûnerê ENKS’ê li Stenbolê Dr. Behzat Brahîm ku yek ji çavdêrê van civînan bû, ji Dengê Amerîka re dîyar kir, nîqaşên dijwar li ser beşdarîya ENKS’ê pêk hatin ku di encamê de ji 109 dengan bi 82 dengên erê tevlîbûna wan hatîye qebûl kirin.

Wî got, 2 grubên cuda li nav opozîsyonê hene ku gruba wekî Birayên Misilman ya Sûrîyê tê nas kirin razî nedibû ku Kurd beşdarî nav opozîsyonê bibin.

Nûnerê ENKS’ê ji Partîya Pêşverû bibîr xist, 22 kesên li dengdanê dijberîya Kurdan kirin derdorên be’asî bûn ku jiber nêrîna wan ya şovenî ne mimkun e fikrên xwe bigihurînin.

Wî da xuya kirin, wan wekî ENKS çendek berê li Qamişlo wekî enîya Kurd beşdarîya bê şert û merc ya jibo Cenevre 2 ragihandibû ku li Stenbolê jî wan jibo vê armancê zor daye opozîsyonê.

XS
SM
MD
LG