Lînkên eksesibilîtî

Li Stenbolê Kuştinkarîyên Qesas Nedîyar Hatin Protesto Kirin


Ugur Kaymaz
Bi sedema bîranîna Ugur Kaymaz’ê 12 salî ku 9 sal berê bi 13 guleyên leşkeran hatibû kuştin û hîna qesasên wî nehatine ceza kirin li Stenbolê çalakîyeke protestoyî hate lidarxistin.

Çalakîya protestoyî êvara roja Pêncşemê bi pêşengîya Meclîsa Ciwanan ya Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) li Taksîmê hate lidarxistin.

Di daxuyanîya ciwanan de hate gotin, ‘Heta kirdarên bûyera Roboskîyê, kuştinên zarokên mîna Ugur Kaymaz, Medenî Yildirim, Ceylan Onkol û bûyerên din yên qesas nedîyar neyên dadgeh kirin û ceza kirin aştî pêk nayê.’

Ji Meclîsa Ciwanan ya HDK’ê Arat Ararat, li ser vê protestoyê û daxwazên bizavkaran ji Dengê Amerîka re peyivî.

Wî dîyar kir, ‘Heta ku li Tirkîyê kuştinkarîya zarokan berdewam be, girtîgeh werin tije kirin û çewisandin li ser Kurd û Tirkan berdewam be, nabe ku pêvajoya aştîyê jî ser bikeve.”

XS
SM
MD
LG