Lînkên eksesibilîtî

Parêzer Ozturk: Girtîyên Sîyasî Rastî Sirgun, Êrîş û Kiryarên Xirab Tên


Komel û dezgehên mafên mirovan li Stenbolê, bi sedema êrîş û kiryarên nebaş yên li dijî girtîyan, gilînameyek pêşkeşî dozgerîyê kirin.

Komel û dezgehên sîvîl li ber avahîya dadê ya Stenbolê jibo protestokirina kiryarên
nebaş û miameleya xerab ya li dijî girtîyên sîyasî çalakîyek lidar xistin ku gilînameyek jî pêşkeşî dozgerîyê kirin.

Rêvebir û endamên Komela Hiqûqnasên Azad (OHK), Komela Mafê Mirovan (IHD) û Komela Malbatên Girtîyan (TUAD) roja Çarşemê ragihandin ku li gelek girtîgehên Tirkîyê û bajarên Kurdan, girtîyên sîyasî rastî miameleyên xirab tên, têne sirgun kirin û bi tecrîtkirinê re rû bi rû dimînin.

Parêzera Girtîyên Sîyasî yên Kurd Razîye Ozturk, li ser rewşa girtîyan û rûdanên vê dawîyê ji Dengê Amerîka re peyivî.

Parêzer Ozturk got, herî dawî girtîyên Kurd yên ji girtîgeha Rihayê bo Girtîgeha Boluyê hatine vegûhestin pirî caran gilî û gazin dikirin ku ew rastî kiryarên xerab tên.

Xanim Ozturk da zanîn, girtîyên rastî kiryarên xerab tên bi hincetên sîyasî hatine girtin, lewma jî divê bi guhertina qanûna terorê re hemû werin berdan.

Parêzera Kurd dîyar kir, li nav pakêtên demokratîkbûnê ku hikûmeta Tirkîyê ji parlamenê derdixe, jibo girtîyên Kurd ji guhertinan sûde negirin astengî têne derxistin.

XS
SM
MD
LG