Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Walîyê Stenbolê Gezî Park Ji Gel re Vekir


Gezî Park (Parka Geryanê) ku ev demeke li Tirkîyê bûye sedema xwepêşandanên protestoyî jinûve ji gel re hate vekirin.

Parka navborî ji roja 15’ê meha 6’an ve piştî mudaxeleya ser bizavkaran hatibû girtin û polîsan ewder diparast.

Walîyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mutlu, roja Duşemê li nav Gezî Parkê ragihand, ‘Xebatên li nav parkê yên çandina dar, kulîlk û heşînahîyê dawî bûne û park ji gel re hatîye vekirin.’

Walîyê Stenbolê li ser daxuyanîyên Hevgirtina Taksîmê ku bang dike li nav Gezî Parkê komcivînan pêk bîne got, ‘Bêyî destûrê û li dereveyî hiqûqê em rênadin ti bizavekê.’

Bi vekirina fermî re gelek Stenbolî bi dirûşman meşîyan nav parkê û protestoyên xwe berdewam kirin.

Xwepêşandera bi navê Fîdan Ataselim ji Dengê Amerîka re got, ‘Tiştekî jê tewştir nîne ku parka gel dîsa ji gel re were vekirin. Ketina me ya nav parkê ne bi saya wan e. Ev serkeftina me ye.’

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:15 0:00
Direct link

Kerem kin bi lînka jêrîn li fotoyên ji Gezî Parkê binêrin:

http://www.dengiamerika.com/media/photogallery/1697391.html
XS
SM
MD
LG