Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wateya Gotara Salane ya Serokên Amerîkî Çi Ye?


Gotara Salane ya Rewşa Yekîtîyê Çi Ye û Çima Serokên Amerîkî Gotara Salane Pêşkêş Dikin?

Qanûna Bingehîn ya Amerîka, di Xala II û Beşa 3 de pêdivî dike ku serok "carna, dem bi dem li ser Rewşa Yekîtîyê agahî bide Kongresê û hin pêşnîyarên ku ew hewce dibîne, ji endamên Kongresê re pêşkêş bike.

Gotar Kengî û li Ku Pêk Tê?

Gotar li Civata Nûneran ya Amerîkî, li pêş endamên Civata Nûneran, Civata Senatoran, Dadgeha Bilind, Kabîneya Amerîkî, Civaka Dîplomatîk û Serokên Hêzên Hevbeş pêk tê.

Civata Nûneran, bi biryarekê dem û demjimêra Rûniştina Hevbeş ji serok re dîyar dike ku gotara xwe pêşkêş bike.

Heta 1934’an, navê wê Peyama Salane (Annual Message) bû û ew her sal di meha Berfanbarê de dihat pêşkêş kirin. Niha ew her sal di Rêbendanê yan di Şubatê de tê pêşkêş kirin.

Kê Gotara Yekê ya Gotara Rewşa Yekîtîyê Pêşkêş Kir?

Gotara yekê di 8’ê Rêbendana 1790’an de ji hêla George Washingtin hate pêşkêş kirin û tê ragihandin ku ew tenê ji 833 peyîvan pêk dihat ku gotara herî kurt ya dîroka Amerîka ye.

Ew Gotar Tim ji Alîyê Serokan Tê Pêşkêş Kirin?

No. Di sala 1801’an de Thomas Jefferson kopîyên gotara xwe ya yekê ji her di civatên Kongresê re şandin ku ji alîyê karmendan were xwendin.

Şandina kopîyên gotaran ji Kongresê re pirtir ji saleke dom kir. Serok Woodrow Wilson di sala 1913’an de careke din dest bi raberkirina gotarê kir.

Pêşveçûna Teknolojî Bandoreke Çawa Ser Pêşkêşkirina Gotara Salane Kir?

Cara yekê Serok Calvin Coolidge, di sala 1923’an de gotara xwe bi rêya radyo pêşkêş kir.

Cara yekê Serok Harry Truman di sala 1947’an de gotara xwe bi rêya televîzyonê pêşkêş kir.

Di sala 2002’an de gotara Serok George W. Bush, cara yekê bi rêka înternetê jî, bi awayê zindî hate weşandin.

Cara Yekê Bersîvdana Opozîsyonê ya Gotara Salane Kengî Bû?

Cara yekê bersîva fermî ya oposîzyonê ji gotara salane ya serok re, di sala 1966’an de bi rêka televîzyonê pêk hat.

Ji sala 1982’an vir ve bûye tradîsyon ku partîya oposîzyonê, pir caran ji zarê endamên Kongresê bersîva gotara salane pêşkêş bikin.

Tradîsyona Vexwendina Mêvanan Kengî Destpê Kir?

Ronald Reagan, serokê yekê bû ku di 1982’an de mêvanên taybet vexwendin Kongresê ku li kelêka xanima yekê rûnin û di dema pêşkêşkirina gotarê de ew kes silav kirin.

Mêvana taybet ya vê salê balyoza Ukraynî ya Washngtonê Oksana Markarova be û tevî wê neh mkesên din wê mêvanên taybet yên Xanima Yekê Jill Biden bin.

Wateya 'Designated Survivor' anku Cîgirê Destnîşankirî Çi Ye?

Designated Survivor anku Cîgirê Destnîşankirî, ew kes e ku di dema her Gotara Salane de tê bijartin û di rewşa êrîş yan reşbûyereke mezin de ku serok û kesên ku cîhê wî/wê bigirin tê de werin kuştin, erka seroktîyê hilgire ser milê xwe.

Cîgirê Destnîşankirî, çend hefte berî Gotara Salane, ji nav endamên kabîneyê tê bijartin û nasnameya wî/wê veşartî dimîne. Ew, roja raberkirina gotarê de, ji şûneke nepênî re tê birin û heta ku serok gotara xwe temam bike û vegera Qesira Sipî û rêberên din ji Kongresê derkevin, li wê derê dimîn

XS
SM
MD
LG