Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Soz Dide ku Amerîka Ewletir Bike


Serokê Amerîka Barack Obama, di gotara xwe ya salane ya “Rewşa Yekîtîyê” de li ser jimareke mijarên wek aborî, şerê dijî terorîzmê, qanûna koçberîyê peyîvî.

Serok Obama di gotara xwe ya rûniştina hevbeş ya Kongresê de got, rewşa niha û 15 sal berê da berhev û wiha axifi:

“Berî 15 salan teror li welatê me xistibû û dû re rû ew teror bû sedema du şerên dirêj û bi mesref; û dû re aborîya welatê me û cîhanê tev de ket rewşeke xirab û niha jî gelek dewletên cîhanê de heman rewşê de ne.”

Serok do gotara xwe de dîyar kir ku ew îşev rûpeleke nû vedikin û li gor 15 sal berê, rewşa aborîya Amerîka baştir dibe û deynên hikûmetê jî kêmtir dibe.

“Endustrîya Amerîka karîger e û hilberîna enerjî jî bilind dibe. Em ji sistbûna aborî ya çend sal berê giheştin qonaxeke ku ji hemî netewên cîhanê xurtir çarenivîsa xwe binivîsin. Niha biryara me ye ku em bijêrin di nav 15 salên dawî de dixwazin çi bin.“

Obama herwiha bal kişand ku rêjeya bêkarî ji asta berî krîza aborî nizimtir bûye û pirtir xwendekar xwendina xwe diqedinîn û pirtir hemwelatî bi sîgorta ne û hewcedarîya Amerîka bi nefta derve re. li gor 30 salên dawî kêmtir bûye.

Serok Obama di gotara xwe de qala rola Amerîka li dinê kir û got ew bi rêbertîyeke aqilane bawer e.

“Em rêbertîya cîhanê dikin, dema hêza xwe ya leşkerî û dîplomasîya xwe ya xurt digehînin hevdu; dema hêza xwe bi hevalbendî û hevkarî destek dikin û gava em nahêlin ku tirsên me derfetên zêrîn yên vê sedsalê tune bikin. Tiştê ku em niha dikin jî ev e – û li seranser cîhanê guhertineke erênî bi xwe re tine.”

Obama do gotara xwe de bal kişand ser sîyaseta derve jî behsa şerê dij Dewleta Îslamî (DAÎŞ) kir.

“Li Îraq û Sûrîyê, pêşengîya Amerîkî– hêza me ya leşkerî jî nav de – rê li ber pêşveçûna DAÎŞ digire. Şûna ku em xwe çekin şerekî nû li Rojhilata Navîn, em pêşengîya koalîyoneke berfireh dikin, ku tê de welatên Ereb jî hene. Armanca me ev e ku DAÎŞ a terorîst were zeyif kirin û dû re jî were tune kirin. Em piştgirî li opozîsyoneke nermrê li Sûrîyê dikin ku di armanca tunekirina DAÎŞ de alîkarîya me bike û piştgirî bide hemî kesên ku li hember ew koma hov û tundra bisekinin. Demeke dirêj jê re divê û baldarîyeke xurt, lê emê bi ser kevin.”

Serok got, ew bang li Kongresê dike ku biryara karanîna hêza leşkerî li dijî DAÎŞ derbaz bike û ji dinê gîş re nîşan bide ku em di vê tekoşînê de yekgirtî ne.

Serok Barack Obama di dawîya axaftina xwe de qala êrîşên înternetî jî kir ku di demên dawî de pirtir bûne û soz da ku Amerka wê hemî tedbîrên pêdivî bistîne ku rê li ber wan êrîşana bigire.

XS
SM
MD
LG