Wezîrê Derve yê Almanya Frank-Walter Steinmeier ku serdana xwe ya Tirkîyê didomîne, îro li Enqerê bi şandeya HDP’ê re civî.
Her du alî li ser rewşa dawî li Tirkîyê peyîvîn û nûnerên HDP’ê derheqa operasyonên hember wan agahî dan Steinmeier.
Wezîrê Alman şandeya HDP’ê ku ji Osman Baydemîr, Mîthat Sîncar, Feleknas Uca û Zîya Pîr pêk dihat, bo danûstandinên berfirehtir vexwend Berlînê.
Hêjayî bîrxistinê ye ku hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, hefteya borî ligel 10 parlementerên din hatibûn girtin û Almanya û Yekîtîya Ewrupa nerazîbûneke xurt li girtina sîyasetvanên Kurd nîşan dabû.