STENBOL —
Opozîsyona Sûrîyê xwe amade dike ku di 12 û 13’ê Adarê de, li civîna Stenbolê biryarên girîng jibo paşeroja gelên Sûrîyê bistîne.
Piştî civîna paytaxta Misrê, Qahîrê ku do Pêncşemê encam da, biryar hate girtin ku Koalîsyona Hêzên Mûxalif û Şoreşgerên Sûrîyê tevî hemî pêkhatên xwe li Stenbolê bicivin.
Tê pêşbînî kirin, li vê civîna girîng biryara Hikûmeta Demkî yan jî avakirina desteyeke jibo rêvebirîya deverên ketine bin kontrola hêzên opozîsyonê were girtin.
Karsazekî Kurd li Kanada’yê ku hemwelatîyê Sûrîyê ye Yahya Kurdî jî di nav hin hewildanan de ye ku di nav opozîsyona Sûrîyê de grubeke karsaz ava bike ku ew bixwe jî yek ji beşdarên civîna Stenbolê ye.
Endamê Encûmena Niştîmanî ya Sûrîyê, Mistefa Mihemed li ser civîna Stenbolê ji Dengê Amerîka re dibêje, ev kombûn jibo opozîsyona Sûrîyê civîneke dîrokî ye jiber biryarên girîng tê de bêne standin.
Hêjayî gotinê ye, nûnerên Kurdên Sûrîyê wek Desteya Bilind a Kurd di civîna Stenbolê de cîh nagirin, lê 3 kesên Kurd yên serbixwe beşdarî li cîvînê dikin.