Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stenbol bi Êrîşeke Çekdarî Ket Sala Nû, Herî Kêm 35 Kes Hatin Kuştin


Di êrîşeke çekdarî de li hember şahîgeke şevê bi kêmî ve 35 kes di demjimêrên pêşîn yên sala nû de li Stenbolê hatin kuştin.

Walîyê Stenbolê Vasîp Şahîn ragihand ku di êrîşê de herwiha 40 kesên din jî birîndar bûn.

Karbidestên Tirk êrîş wek kiryareke terorîstî bi nav kir, wan ranegihand ku çend kes ew êrîş pêk anîne û girêdayî kîjan rêxistin in.

XS
SM
MD
LG