Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Baroya Stenbolê: Hemî Hemwelatî Encamên Vê Hilbijartinê Dizanin


Baroya Stenbolê ser pêdeçûna bo hilbijartinên herêmî daxuyanîyek weşand û dîyar kir ku ‘’peyvajoya pêdeçûnê ji demokrasîyê dûr dikeve.’’

Di daxuyanîyê de hat gotin ku Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi axaftinên xwe li ser Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ‘’zordarîyê çêdike’’

‘’Sazîyên darizandinê divê nasnameyên xwe yên hiqûqê derxin pêş û li gor hiqûqê tevbigerin’’ Baroya Stenbolê got.

Baroya Stenbolê bi berdewamî da zanîn ku ‘’hemî hemwelatî encamên vê hilbijartinê dizanin''

Li gor encamên nefermî yên hilbijartinê li Stenbolê berbijarê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu bi ser ketiye, lê li ser daxwaza pêdeçûnê ya Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) deng jinûve têne hejmartin.

XS
SM
MD
LG