Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Betalkirina Hilbijartina Bajarvanîya Stenbolê û Reaksîyonên Hember Wê


Bajarê Stenbolê
Bajarê Stenbolê

Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê ya Tirkîye (YSK) jibo Şaredarîya Bajarê Mezin ya Stenbolê biryara betalkirina hilbijartinan da.

Hilbijartina Stenbolê wê di 23’ê Hezîranê de were nû kirin.

Biryar bi 7 dengên erê beramber 4 dengên na hat dayîn û YSK’ê dîyar kir ku hin lijneyên sindoqan ji alîyê lijneyên hilbijartinê yên navçeyan ve dij qanûnî hatîye nîşandan.

Dîsa YSK’ê biryara betalkirina destûrnameya Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu da û walîyê Stenbolê Alî Yerlîkaya wek bajarvanê şûngir hat erkdar kirin.

Piştî vê biryara YSK rojeva herî germ ya Tirkîye hilbijartinên Stenbolê ne. Gelek dewletan metîrsîyê xwe anîn ziman û ev biryar wekî binpêkirina demokrasîyê bi nav kirin.

Berbijarê Şaredarîya Stenbolê yê Tifaqa Gel Bînalî Yildirim li ser vê biryarê got ku bila biryar jibo Stenbolê bi xêr be.

Îmamoglu jî biryar nirxand û YSK şermezar kir. Wî got ku her tişt wê pir xweştir be.

"Ger biryara betalkirina hilbijartinan lijneyên hilbijatinan be, bi wan lijneyan 24 Hezîranê serokomar hat hilbjartin, bi van lijneyan referandum hat kirin, zagona bingehîn hat guhartin. Ew hilbijartin jî ne rêwa ne."

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jî daxuyanîyeke nivîski weşand û got ku YSK’ê biryareke dijî demokrasî da.

Partîya Baş jî îtîrazî betalkirina hilbijartinan kir û serî li YSK’ê da lê YSK’ê di heman seatan de ev îtîraz red kir.

XS
SM
MD
LG