Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stenbolî Ser Peyvajoya Normalbûnê Çi Difikirin?


Li Tirkîyê piştî hejmarên rojane yên pêketîyên vîrusa korona kêmbûn 11 Gulanê peyvajoya normalbûnê destpê kirîbû û porbir, hin dezgehên din yê bazaran û Mall (AVM) hatibûn vekirin.

Berîya qonaxa duyan ji alîyê serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ve qedexeya derketina derve di çar rojên cejna Ramazanê jibo 81 bajaran hatibû ragihandin.

Îro heta 31'ê Tebaxê peyvajoya normalbûnê ya qonaxa duyan jî destpê kir û Stenbolî zêdetir diherikin kolanan.

Li gor Wezareta Saxlemîyê ya Tirkîyê jî yek ji bajarên herî xeter Stenbol e û pêketîyên vîrusa korona herî zêde li vî bajarî hene.

Gelo Stenbolîyên îro derketin derve li ser qonaxa duyan ya normalbûnê çi difikirin?

Fatma Saime Gurgensuyu
Fatma Saime Gurgensuyu

Runiştvan Fatma Saime Gurgensuyu gava normalbûnê zû dibînê û dibêje ku eger hejmara pêketîyan rast be, rewşa Tirkîyê li gor cîhanê baştir e.

“Ez li Buyukdere dijîm piştî 2 meh nîvan cara yekan ez îro derketim. Ez ditirsim ku derkevim derve. Jiber ku hevjînê min jî 70 salî ye û dibe ku ez vîrusê xwe re bibim malê. Li alîyekî din jî rewşa aborîya Tirkîyê berçav e. Ev jî pirsgirêkeke mezin e.”

Partîyên opozîsyona Tirkîyê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partîya Gel ya Komarî (CHP) jî gavên normalbûnê rexne dikin û zû dibînin.

Dîsa Yekitîya Doktorên Tirk (TTB) jî ji destpêka belavbûna vîrusa korona pê ve gelek caran polîtîkayên hikûmetê rexne dike û gava duyan ya normalbûnê jî zû dibîne.

Mehmet Kilinç
Mehmet Kilinç

Runiştvan Mehmet Kilinç jî tedbîr û amadekarîyên Wezareta Saxlemîyê dijî belavbûna vîrusa korona baş dibîne, lê ew jî gava sêyan ya normalbûnê zû dibîne.

“Ti kes nîzane ev nexweşî çî ye. Jixwe nexweşî hîn derbaz jî nebûye. Em niha li mirovan dinêrin kolan û park tijî ne. Jiber ku her roj nêzîkî 1000 kes bi nexweşîya korona dikevin em jî bi rastî ditirsin”

Hêjayî gotinê ye ku qonaxa normalbûnê ya sêyan 1'ê Îlonê destpê dike û 31'ê Berfanbarê xilas dibe û merhaleya çaran jî di serê sala 2021’an destpê dike.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:45 0:00

XS
SM
MD
LG