Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbijarên Stenbolê Dê Rû bi Rû Biaxifin


Berbijarên bajarvanîya Stenbolê Bînalî Yildirim û Ekrem Îmamolgu dê di weşana zindî de rû bi rû biaxifin.

Bername dê roja Yekşemê di 21:00 de li dar keve.

Moderatorîya bernameyê dê Îsmaîl Kuçukkaya bike.

Piştî dema bernameyê dîyar bû berbijarê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Bînalî Yildirim û yê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu ji Twitterê daxuyanî belav kirin.

Bînalî Yildirim, ‘’Ez hêvîdar im ku ew wêşan bo hemî Stenbolê bi xêr be’’ nivîsî.

Ekrem Îmamoglu jî ji Yildirim re serkeftin xwest ku û ji wî re got ku ‘’Ez kêfxweşim ku dê bi te re ser hemî alîyên Stenbolê biaxifim.’’

Hêjayî bîrxistinê ye, di hilbijartina 31’ê Adarê de Îmamolgu bi ser ketibû lê ser daxwazên pêdaçûnê yên AKP’ê hilbijartina Stenbolê hatibû betal kirin. B

XS
SM
MD
LG