Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîna Stenbolê de 4 Kuştî û 20 Birîndar Hene


Ajansa Reuters ji bajarê Stenbul, ragihand ku îro roja Şemiyê 19î Adarê li Stenbola mezintrîn bajarê Tirkiyê, peqînek pêk hat, weke encamên destpêkê 4 kuştî û 20 birîndar hene.

Di bazarekî de, li navenda bajar peqîn hatiye encam dan, weke hakimê Stenbul daye xuyakirin, peqîn ji encama çalakiyek xwekujî peyda buye, 4 kes hatine kuştin û 20 kes jî birîndarin, brîna 3 kesan gelek giran e.

Heta niha ev peqîn hîç aliyekî negirtiye ser xwe, lê weke berpirsên dewleta Tirk radigehînin, lêkolînên destpêkê didin xuyakirin ku, çalakvanên partiya karkerên Kurdistan (PKK) li piş peqînê ne.

Wek tê zanîn roja yekşema derbasbuyî 13î Adarê, li bajarê Enqere dîsan peqînek rûda bû, di encam de, 37 kesan jiyana xwe ji dest babû.

XS
SM
MD
LG