Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye Dibêje Êrîşa Stenbolê Grubek Daişê Encam Daye


Wezîrê nvxwe yê Tirkiyê Efkan Ala îro roja Yekşemê 20î Adarê di pres konferansekê de ragihand ku, êrîşa roja Şemiyê li Stenbul pêkhatî ji aliyê grubeke Daişê hatiye encam dan.

Efkan Ala dibêje di lêkolînên destpêkê de hatiye destnîşan kirin ku, kesê êrîş pêkanî, welatiyê Tirk yê bi navê Mehmet Ozturk e ji dayikbûyê sala1992ê ye, xelkê bajarê Entabê ye, ew endamê rêxistina dewleta Îslamî ye.

Roja Şemiyê 19î Adarê li bazarekî toristîk yê navenda bajarê Stenbolê êrîşek xwekujî pêk hatibû, di encam de,3 torîstên Îsrailî jiyana xwe jidest dabûn heweha yekî Îranî.

XS
SM
MD
LG