Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Richard Stengel: Amerîka Piştevaneke Xurt ya Gelê Kurd e


Alîkarê Wezîrê Dîplomsîya Civakî û Karên Civakî Richard Stengel
Alîkarê Wezîrê Dîplomsîya Civakî û Karên Civakî Richard Stengel

Alîkarê Wezîrê Dîplomsîya Civakî û Karên Civakî (Under Secretary of State for Public Diplomacy and Public Affairs) Richard Stengel, di hevpeyvîneke taybet ya Dengê Amerîka de ser şerê dijî rêxistina Dewleta Îslamî (DÎÎŞ) dinirxîne.

Birêz Stengel di hevpeyvîna ligel hevkara me Moteber Şêrwanî de mijarên wek helwesta cîhanê ya ser DÎÎŞ, asteng û zehmetîyên pêş wê tekoşînê, kuştinkarî û tevkujîyên wê gruba tundrê û jimareke babetên din şîrove dike.

Moteber Şêrwanî
Moteber Şêrwanî

“Dema mirov qala koalîsyona djî DAÎŞ bike, ji rêberên cîhanê bigire, serokwezîrên welatên curbicur û heta hemwelatîyên ji rêzê, herkes li ser helweseke hevbeş hevbîr e. Nêrîna hevbeş ev e ku DAÎŞ dijminê mirovahî ye ku gefeke mezin li ser nirxên hevbeş yên şaristanîya cîhanê dike. Jiber wê yekî jî, li her cîhekî ez çûme, ez rastî pêşwazîyeke pir germ hatime.”

Li ser hêza propogandaya Dewleta Îslamî, Stengel dibêje ku hinek astengên mezin li pêş wan hene jiber ku gruba tundrê rêbazên pêşketî bi kar tîne.

Di bersîva pirsa me ya ser kuştinkarî û qirkirinên DÎÎŞ yên li Îraqê, Stengel bi bîr tîne ku ew rêxistin çiqas hov e.

“Ew gelek zalim û hov in û rêzê li jîyana mirovan nagirin. Ew grubeke jenosîdkar e û bi biartar in ku kesên mîna wan nafikre ji ser rûyê erdê rakin. Gelek mirovên bê guneh dikujin û kiryarên wan yên hovane nayên qebûl kirin.

Di peyama xwe ya ji Kurdan re Stengel wiha dipeyîve:

“Amerîka piştevaneke xurt ya Kurdan û hêvîyên Kurdan e. Gelê Amerîkî bi heyranî li egîdîya gelê Kurd dinêre û dibîne ku Kurd di bin hemî şertên giran de, jibo nirxên xwe şer dikin. Nirxên wan jî demokrasî, mafên mirovan û ew nirx in ku gelê Amerîkî jî parve dike. Jiber van sedemana dikarim bêjim ku Amerîka piştgireke girîng ya gelê Kurd e.”

XS
SM
MD
LG