Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatorê Komariyan Steve Scalise Rastî Êrîşek Çekdarî Tê


Herêma Alexandria, ciyê ku Steve Scalise lê hatiye birîndar kirin.
Herêma Alexandria, ciyê ku Steve Scalise lê hatiye birîndar kirin.

Roja Çarşemê li bajarê Alexandria yê nêzîk Washington Steve Scalise endamê bilind yê komariyan di civata nûnerên Amerîkî de, di êrîşek çekdarî de birîndar bû, bûyer li senterekî sporê yê taybet bi endamên Kongresê li herêma Alexandaria ya eyaleta Virginia pêkhatiye.

Ajansan dan zanîn ku Scalise û hejmarek din di êrîşê de birîndar bûne, serokê Amerîka Donald Trump xembarîya xwe derbarê bûyerê da diyarkirin û got "ev xembariyek mezine", ku, Steve Scalise ji eyaleta Louisiana giran birîndar bûye, lê ewê tendirustiya wî bi temamî baş bibe.

Efserekî polîsên paytextê ragihand ku, zêrevanên Steve Scalise yekser bersiv daye, kesê êrîşkar bi gûleyan birîndar kiriye û niha ew li girtîgehê ye, lê piştî demek kurt, êrîkarî jiyana xwe jidest da.

Scalise niha li nexoşxanê tê çareserkirin, çavkanî dibêjin birîna wî girane, lê metirsî liser jiyana wî nîne.

Scalise endamê civata nûnerên Amerîkî ji komariyan e, kesekî giringe di kongresê de sala 2008an bo cara yekê weke endamê civata nûneran hatiye hilbijartin.

XS
SM
MD
LG