Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg ji Piştgirên Ukrayna Daxwaza Pirtir Alîkarîyê Dike


Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg îro Înê got ku welatên ku piştgirî didin Ukrayna divê ne tenê li şandina çekên nû, lê li peydakirina cebilxaneyên sîstemên kevin jî binêrin.

NATO û wezîrên berevanî yên nêzî 50 welatan li Bingeha Esmanî ya Ramstein ser piştgirîya bo Ukrayna kom bûne.

Stoltenberg dîyar kir ku divê ew ne bi tenê li sîstemên nû binêrin, lê bo yên kevin jî danûstandinan bikin.

‘’Pêdivîya me bi cebilxaneyan heye, pêdivîya me bi parçeyên yedek heye’’ Stoltenberg got.

Wî dîyar kir ku xêncî peydakirina cebilxaneyan pêdivîya wan bi perwerdekirinê jî heye.

Amerîka do Pêncşemê bo Ukrayna paketeke nû ya alîkarîyê ya 2,5 mîlyar dolarî ragihand ku têde wesayîtên zirxî û kelûpelên leşkerî hene.

Washington û hevbendên wê yên Rojavayî di şerê Rûsya û Ukraynade bi Kîevê re ne.

Moskow, Amerîka û hevbendên wê bi gurkirina girjîyê tawanbar dike û dibêje ewê armanca hêzên Rûsî neguhere.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG