Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg: Wezîrên Berevanî yên Dewletên NATO Ser Operasyona Tirkîyê ji Hev Cuda Difikirin


Hilcivîna 29 wezîrên berevanî yên dewletên NATO, ku li Brukselê du roj dom kir, bi dawî bû.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg dîyar kir ku wezîr ser operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûrîyê axifîne û fikrên wan ne wek hevdu bûne.

Stoltenberg da zanîn ku girjîya li Sûrîyê kêm bûye û ew dê têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) bidomînin.

Wî got ku ew bi awayekî erênî li pêşnîyaza Almanya, ku dixwaze ku li Sûrîyê hêza navneteweyî hebe, dinêrin û dîyar kir ku ew hewil didin ku çareserîyeke mayînde bibînin.

Sekreterê Giştî yê NATO bi berdewamî da zanîn ku DAIŞ dixwaze li Afganistanê mezin bibe û amaje kir ku ewê rê li ber vê yekê bigirin.

Stoltenberg herwiha got ku bo bûyerên tundûtûjîyê çênebin ew hewil didin ku bi Talîbanê re li hev bikin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG