Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg bo Serlêdana Endamtîya NATO'yê, Pêşwazîya Fînlandîya û Swêdê Dike


Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg
Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg îro Çarşemê ragihand ku wê ger Fînlandîya û Swêdê bi milên vekirî werin pêşwazî kirin, ger ew biryar bidin ku beşdarî hevpeymaniya ewlehiyê ya herî mezin ya cîhanê bibin.

Fînlandîya û Swêd di dagirkerîya Rûsya li Ukrayna de piştgirîya NATO'yê dike.

Lê, Rûsya daxwaz dike NATO ya rêxistina leşkerî ya ku ji 30 welatan pêk tê, berfirehbûna xwe rawestîne.

Pispor dibêjin ku jiber vê yekê îhtîmala beşdarbûna Fînlandiya û Swêd dikare serokê Rûsya Vladimir Putin hêrs bike.

Stoltenberg dîyar kir ku endamên NATO'yê dibe ku amade bin ku garantîyên ewlehîyê bidin Fînlandiya û Swêd , heya heyama ku ew bo endamtîyê daxwaza xwe yên fermî ragihînin û heya dema ku serlêdanên wan werin pejirandin.

"Bêguman, emê rêyên çareserîya fîkarên wan di heyama serlêdana potansiyel û pejirandina dawîn de peyda bikin," Stoltenberg got.

Lê, wî red kir ku bêje ka Fînlandiya û Swêd wê di berdêla endamtîya NATO'yê kîjan garantîyên parastinê bigirin.

Ger Fînlandiya û Swêd - her du welatên Nordîkî yên bêalî -bibin endamên NATO'yê, wê ji garantîya ewlehîya kolektîf ya rexistinê sûd wergirin, ya ku tevahîya endaman mecbûr dike ku parastina her hevalbendeke ku di bin êrîşê de be, bikin.

XS
SM
MD
LG