Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg Dibêje Rûsyayê Aştîya li Parzemîna Ewrupayê Têk Bir

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg
Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg

Sekreterê Giştî yê NATO'yê îro Pêncşemê dîyar kir ku Rûsyayê, dijî Ukraynayê şer da destpêkirin û aştiya li parzemîna Ewrupayê têk bir.

Jens Stoltenberg bang kir ku hilcîvîna serokên hevpeymanîya NATO'yê roja Îniyê were dar xistin.

Stoltenberg got ku "ev êrîşeke bi qestî, xwînsar û ji demeke dirêj ve hatiye plankirin."

Herwiha, wî tawanbar kir ku "Rûsya hêzê bikar tîne da ku hewl bide ku dîrokê jinûve binivîsîne."

Stoltenberg da zanîn ku NATO'yê zêdeyî 100 firokên şer amade kiriye û ewê hêzên xwe li milê xwe yên rojhilat xurt bike.

Lê, wi destnîşan kir ku ti planeke NATO'yê tuneye ku hêzên xwe li nava axa Ukraynayê bicîh bike.

Rûsyayê îro Pêncşemê dest bi êrîşeke berfireh ya dijî Ukraynayê kir, bajar û bingeh bi êrîşên esmanî yan jî topbaranan armanc kir.

Hikûmeta Ukraynayê got ku tank û leşkerên Rûsî li ser sînorên welêt dikevin nava axa welêt.

This item is part of
XS
SM
MD
LG