Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg: Agirbesta bo Bakurê Sûrîyê Dikare Bibe Bingeha Çareserîyeke Sîyasî


Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg dîyar kir ku agirbesta bo rojhilata bakurê Sûrîyê dikare bibe bingeheke çareserîyeke sîyasî.

Stoltentenberg ser peymanên dawî yên bo Sûrîyê, bê ku navên peymanan bibêje da zanîn ku wan dîtiye ku bo çareserîya sîyasî gavên erênî dikarin werin avêtin.

Wî ser ser rêkeftina Rûsya û Tirkîyê ya li Soçî got ku ‘’Bo dîtina encamên wê hîn zû ye’’

Wezîrên berevanî yên endamên NATO dê ser Sûrîyê kom bibin.

Stoltenberg da zanîn ku ew bo bidawîkirina şerê li Sûrîyê dikarin pêşnîyazan binirxînin û dîyar kir ku divê di wan pêşnîyazan de hemî alîyên li Sûrîyê hebin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG