Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg: Karanîna Çekên Kîmyayî û Navokî Wê Rewşa Şerê li Ukrayna Biguherîne


Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg 23 Adar, 2022.
Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg 23 Adar, 2022.

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg îro Înîyê ragihand ku karanîna çekên kîmyayî û navokî wê rewşa şerê li Ukrayna bi tevahî biguherîne û ew yek wê bi ti awayî neyê pejirandin.

Stoltenberg di serdana xwe ya hîndarîya 'Bersîva Sar' ya NATO'yê ya ku berî şerê li Ukrayna hatibû plan kirin li Norwêcê axifî û şerê Rûsya ya li Ukrayna wek "demeke giring ya zivirînê" bi nav kir.

Wî herwiha jiber ku Moskowê çavdêrîya hîndarîyê red kiriye, xemgînîya xwe anî ziman û got ku NATO her dem welatên din bo çavdêrîyê vedixwîne.

Hîndarîya leşkerî ya 'Bersîva Sar' ya NATO'yê li Norwêcê pêk tê û ji 27 welatan nêzî 30.000 leşker beşdar dibin.

Welatên wek Fînlandîya û Swêd yên ne endamên NATO'yê jî beşdar dibin.
R

Rehêna NATO'yê di 14'ê Adarê dest pê kir û wê di 1'ê Nîsanê de bi dawî be.

Hîndarîya 'Bersîva Sar' ya NATO'yê cara yekê di 2006'an de hat darxistin û her du salan carekê tê kirin.

XS
SM
MD
LG