Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîye: Emê Firokên Tirkîyê yên Ser Esmanên Efrînê Bînin Xwarê


Faysal Mîqdad

Hikûmeta Sûrîyê, berî îhtîmala operasyoneke leşkerî ya Tirkîyê ya dijî Efrînê ragihand ku ewê her firokeke Tirkî, ku êrîşan li esmanên Sûrî pêk binin, bikin armanc.

Cîgirê wezîrê derve yê Sûrî Faysal Mîqdad got ku ewê hember dagirkirina axa Efrînê ya bin kontrola Kurdan, bêdeng nemînin û emê gaveke wiha wek kiryareke êrîşkar binirxînin.

Mîqdad li paytaxt Şamê, li pêş nûçegîhanan da zanîn ku hêzên esmanî yên Sûrî wek berê xurt e û amade ye ku armancên Tirkî li esmanên Sûrî bîne xwarê.

Hêza esmanî ya Sûrî jiber şerê navxweyî lawaztir bûbû jiber ku gelek firok û helîkopterên wê ji hêla DAIŞ’ê û komên din yên çekdar ve hatibûn gêr kirin.

XS
SM
MD
LG