Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdozgerê Erebîstana Saudî Ser Vekolîna Kuştina Xaşiqcî li Stenbolê Ye


Serdozgerê Erebîstana Saudî Suud El-Muceb ser vekolîna kuştina Cemal Xaşiqcî derbazî Tirkîyê bû.

Li ber e ku El-Muceb bi Serdozgerê Komarî yê Stenbolê Îrfan Fîdan re bicive û piştre li Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê vekolînan bike.

Rojnamevan Cemal Xaşiqcî, herî dawî di 2’ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Rêvebirîya Rîyadê berê îdiayên ser kuştina Xaşiqcî red kiribûn, lê piştre dîyar kiribû ew di pevçûneke li konsulxaneyê de hatiye kuştin.

XS
SM
MD
LG