Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sudan Kuştina Rêberê Serhildayên Darfurê Ragihand


Xelîl Îbrahîm.

Artêşa Sudanê kuştina rêberê komela serekî ya serhildayên herêma Darfurê ragihand.

Ajansa nûçeyan ya ser bi dewleta Sudanê roja Yekşembî ragihand, Xelîl Îbrahîm rêberê Tevgera Dad û Wekhevî di şer û pevçûnekê de li herêma Kordofana Bakur hate kuştin.

Artêşa Sudanê ragihand ku serhildayên Darfurê li sê aliyan ve êrîşa xelkê sivîl kirin, lê belê peyvdarekê Tevgera Dad û Wekhevî ev ragihandina artêşê red kir.

Roja Pêncşembî, Tevgera Dad û Wekhevî ragihand ku hêzên wê ber bi Xertuma paytexta welatî diçin bi armanca hilweşandina desthilata Serok Omer El Beşîr.

XS
SM
MD
LG