Fermandarê artêşa Sudanê bi kêmî şeş balyoz ji postên wan derxist piştî ku ew li dijî derbeya leşkerî ya vê hefteyê li welêt axivîn.
Televizyona dewletê îro Pêncşemê ragihand ku General Ebdilfettah el Buran balyozên Sudanê li Amerîka, Yekîtîya Ewrupa, Çîn, Qeter, Fransa û herwiha nûnerê Sudanê li misyona Neteweyên Yekbûyî li Cinêvê ji karên wan derxistîye.
Komeke diplomatên Sudanî vê hefteyê daxuyanîyek hevbeş derxist, tê de girtina Serokwezîr Ebdullah Hemdok û hevjîna wî roja Duşemê şermezar kir û herwiha rexne li biryara General Buran ya hilweşandina civata sivîl-leşker kir.
Ji dema roxandina rejîma berê ya serok Omer el Beşîr ve li Tebaxa 2019'an, vê civatê karûbarên hikûmeta Sudanê birêve dibir.
Di hevpeyvînekê de roja Çarşemê ligel Dengê Amerîka, balyozê Sudanê Nureldîn Sattî, ku niha ji karê xwe hatîye derxistin, got ku ewê li hember lekşeran derkeve.
General Buran soz daye ku ewê artêş desthilatê li Tîrmeha 2023'an bide hikûmeteke sivîl piştî ku hilbijartinên giştî werin lidar xistin. Wî got ku biryara wî jibo kontrolkirina hikûmetê gaveke pêwîst bû jib rê li şerekî navxweyî bigire.
Gelek welat, di nav de jî Amerîka, derbeya leşkerî li Sudanê rexne dikin û banga dîyalogê di navbera hemû alîyên dijber de dikin.