Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Sûdanê Serokwezîrekî Nû Destnîşan Dike


Serokê Sûdanê Omer el-Beşîr

Serokê Sûdanê Omer el-Beşîr serokwezîrekî nû destnîşan kir, rojekê piştî ragihandina rewşa awarte û di demekê de ku xwepşander daxwaza bicîhîştina kar ji wî dikin.

Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê nivîsîngeha wî ve îro Şemiyê hate belavkirin, El-Beşîr, Mihemed Tahir Ayala wek serokwezîrê nû binav kir, di çarçoweya guhertineke mezin a kabîneya hikûmetê de ku hikûmeta federal ji hev xist û efserên mezin ên artêşê xistin şûna hakimên wîlayetan.

El-Beşîr ê ku di sala 1989ê de bi riya kudetayekê rabû ser desthilatê, her wiha got ew dê hewla guhertinên destûrî yên ku dê rê bidin wî bo cara sêyem bibe kandîdê serokatiyê, paş bixe.

Di dema desthilata El-Beşîr de şerên navxweyî li Sûdanê derketin holê û xwepêşandan bûne û ew bi komkujiyan hatiye tawanbarkirin.

Pêla dawî ya xwepêşandanan meha Berçele ya borî destpê kir û hîn jî berdewam e

XS
SM
MD
LG