Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sûdanê Xwepêşandanên Dijî Serok Berdewam in


Bi hezaran xwepêşander li paytexta Sûdanê derketin ser cadeyan û daxwaza daketina serok Omer el-Beşîr ji ser desyhilatê kir.

Ev bû nêzîkî sê hefteyan e ku xwepêşandanên dijî el-Beşîr birêve diçin.

Xwepêşander li 5 xalên Xertûma paytext kom bûn berî ku biçin pêş koçka serok li navenda bajêr.

Polîs gazên rondikrêj bikar anîn ji bo belavkirina xwepêşanderan. Raportan behsa tu ziyanan nekir.

Li bajarê Wad Madanî yê başûrê Xertûm jî îro Yekşemê xwepêşandan hebûn.

El-Beşîr ê îslamî ku bi riya kudetayeke leşkerî berî 29 salan hate ser desthilatê, tu nîşanan diyar nake ku wê nêzîk dest ji serokatiyê berde. Ew bi berdewamî problemên welêt dixwe stûyê cezayên navnetewî û dibêje plan li dijî serbora wî ya îslamî dibine.

XS
SM
MD
LG