Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sûdanê Tevî Biryara Qedexekirinê, Xwepêşandan Berdewam in


Li Sûdanê xwepêşandan li gelek bajaran bûn û xwepêşanderan berê xwe dan dadgehan, di nav de jî li Xertûm a paytext.

Ev xwepêşandanên ku bû du meh û nîv lidar in, banga daketina serok Omer al-Beşîr ji ser desthilatê dikin.

Ev xwepêşandanên dawî ji aliyê komeleya profesonelên Sûdanê ve hat organizekirin, ku ew sîwaneke gurûpên profîsonelên serbixwe ye û serkirdayetiya xwepêşandanan dike.

Al-Beşîr rêdana kombûnên li cihên giştî qedexekir û deshilatên berfeh dan destê polîs, piştî sepandina rewşa awarte, meha borî.

Lê ev pîvan têk çû û nikaribû xwepêşandanan rawestîne.

Kirîza dawî ya Sûdanê di meha Berçele ya borî de destpê kir, dema xwepêşander li dijî bihabûn û kêmbûna kelûpelan derketin ser cadeyan, lê piştre bûn xwepêşandanên dijî desthilata serok Omer Al-Beşîr.

XS
SM
MD
LG