Karbidestekê hikûmeta Sudanê dibêje, bi sedema şer û pevçûnan li navbera serhildayan û leşkerên artêşa Sudanê, bi sedan serhildayî li herêma Kordofan a Başûr hatin kuştin.
Fermandarê Kordofan a Başûr Ahmed Harûd dibêje ku şer û pevçûnan roja Duşembî destpêkir, piştî çekdaran hêriş kire ser bajarê Teludî.
Xertûmê ragihand ku artêşa Sudanê, hêrişa çekdaran hilweşand.
Sudan bi berdewamî Sudana Başûr bi piştgîrîkirina serhildayên herêma Kordofan a Başûr xetabar dike, ku herêmeka dewlemend bi nefê ye. Sudana Başûr îdîaya Sudanê red dike.