Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Her Du Sudan Peymana Nehêlana Şer Îmza Dikin


Li ber e, serokên Sûdan û Sûdana Başûr rêkeftinekê îmza bikin ku rê li ber şerekî din bigire, tevî hebûna hinek kêşeyên sereke yên neçareserkirî.

Karbidest dibêjin, dê rêkeftin li paytaxta Etyopyayê were îmza kirin. Ev rêkeftin banga hêzên her du welatan dike ku 10 kîlometran ji tixubê kêşebar paşve bikşînin.

Rojnameya Sudan Vision li ser zarê Balyozê Sûdanî Abdulrahman Sir al Xatim dibêje ku her du alî herwiha gihiştin çend rêkeftinan di warê ewlekarî û neftê de.

Lê herêma berhemkirina neftê ya Abyei dimîne cîhê girjîyê, di navbera her du welatên cîran de.
XS
SM
MD
LG